• DOLAR 34.604
  • EURO 36.293
  • ALTIN 2926.948
  • ...
HUDA PAR: Divê bi lez û bez ciwanên ku hatine binçavkirin bêne serbestberdan!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derheqê binçavkirina ciwanên ku keştîya Kathrina ya ku hatîye Bendera Haydarpaşayê û ev keştî ji rejîma îşxalker re çek û cebilxaneyan birîya û di çapemenîya netewî de jî cîh girtîye protesto dikirin û di vê protestoyê de hatine binçavkirin de ji teref Serokatîya Karên Hiqûq û Mafên Însan yê HUDA PARê ve daxuyanîyek hat parvekirin û ev hat bibîrxistin, “Gera keştîya ku ji rejîma îşxalker re desteka lojîstîkî dide bi rehetî ya di benderên me de rastîyekî ku ji teref xelkê me ve nayê qebûlkirin e.”

Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Karên Hiqûq û Mafên Însan yê HUDA PARê ve hat belavkirin de weha hat gotin:

“Hatina keştîyekî ku ji rejîma îşxalker re desteka lojîstîkî dide û di çapemenîya netewî de hatîye eşkerekirin û ji teref welatekî dinê ve jî nayê qebûlkirin ku biçin benderên wan a bi rehetî di benderên me de rastîyekî ku ji teref xelkê me ve nayê qebûlkirin e. Berteknîşandana gelê me ya ji vê rewşê re mafê wan a bingeh e, di heman demê de ev mesulîyetekî însanî û wijdanî ye. Her çiqas jî ji teref rayedaran ve hatibe daxuyandin ku bi rejîma sîyonîst re bazirganî hatîye dawîkirin; gera keştîyên ku ji rejîma îşxalker a qirker re desteka lojîstîkî dide bi rehetî ya li benderên me rastîyekî ku ji teref xelkê me ve nayê qebûlkirin e.

Keştîya ku hatîye Bendera Haydarpaşayê ji teref xelkê me ve di bingeha însanî, wijdanî û hiqûqî de hatîye protestokirin û tu çalakîyekî ku di nav xwe de sûcê bihewîne bikarneanîtine. Encax 16 ciwanên me yên ku beşdarî çalakîya protestoyê bûne hatine binçavkirin. Em bi navbeynkarîyên parêzerên xwe vê pêvajoyê dişopînin. Divê birayên me yên ciwan ên ku bi bêhiqûqî hatine binçavkirin bi lez û bez bêne serbestberdan.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir