Li Hîndistanê otobûs gêrê şerempolê bû: 22 mirî, 24 birîndar
Li bakûrê Hîndistanê otobûsekî gêrê şerempolê bû, di encamê de herî kêm 22 kes canê xwe ji dest dan, 24 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li herêma Marchula girêdayê navçeya Almoraya wîlayeta Uttarakhandê ye pêk hat.
Li gorî çapemenîya welat otobûsekî rêwîyan a ku ji herêma Ramnagarê re diçû, ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ve ji rê derket û gêrê şerempolê bû.
Ekîbên ku ji cîhê qezayê re hatin sewqkirin, 22 ceset û 24 birîndaran ji nexweşxaneyan re rakirin.
Hat diyarkirin ku rewşa hinek birîndaran giran in. (ÎLKHA)