Li Endonezyayê volkan teqîya: 10 mirî
Li alîyê orte ya Endonezyayê ji ber teqîna Volkana Lewotobîyê 10 kesan canê xwe ji dest dan.
Hat destnîşankirin ku di dema êvarê de Volkana Lewotobîyê tevgerîyaye û ji gundên derdorê re gogên agir avêtîye di encamê de herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest dan, rayedaran jî rewşa elarmê ji asta herî bilind re derxistine.
Volkana Lewotobî Lakî Lakî ya cîvîk ku 1.703 metre bilindahîya wê heye, êvarê dest bi teqînê kir û rayedaran jî mecbûr man gund vala kirin.
Mirovên ku dema teqînê dîtin îfade kirin ku zinarên biagir li ser malên wan hatine û ew jî dest bi revînê kirin.
Hat îfadekirin ku li derdorê hinek xanî û dikan şewitîn, piranîya wan di bin xwelîya agir de ne.
Berdevkê Ajansa Pêşgirtina Afeta welat Abdul Muhari, di îfada xwe ya ku di daxuyanîya çapemenîyê li dar xistibû de kiribû de hejmarê mirîyan rast kir, Wî got ku di teqînan de 10 hezar û 295 kes tesîrdar bûne. Hêj hejmarê mirovên ku hatine tehlîyekirin nehatîye hesabkirin. (ÎLKHA)