Wesayît gêrê şerempolê bû: 5 birîndar
Li Semsûrê, wesayît qeza kir û qelibî, di encamê de 5 kes birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya Semsûr-Çelîkxanê pêk hat.
Hat diyarkirin ku wesayît qeza kir û qelibî, ev qeza jî bû sebeba birîndarbûna 5 kesan.
Li ser îxbarê ji herêmê re ekîbên tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar, bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Semsûrê re hatin rakirin. (ÎLKHA)