• DOLAR 34.585
  • EURO 36.352
  • ALTIN 2920.107
  • ...
Hîzbullah, bi fuze û ÎHAyan baregehên îşxalkeran hedef girt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya xwe de, Hîzbullahê diyar kir ku wan baregeha Glilot ya girêdayî Yekîneya Îstixbarata Leşkerî ya 8200 li derdora Telavîvê bi hejmareke mezin ji mûşekan kiriye hedef.

Tevgerê her wiha diyar kir ku wan bi fuzeyan û balafirên bêmirov êrîşî gelek hedefên li Filistîna îşxalkirî kirine û 5 mezrayên li Celîlê Jorîn jî bi fuzeyan bombebaran kirine.

Çapemenîya îşxalê her wiha got ku yek ji balafirên bêmirov li kargeheke li bakurê bajarê Nahariyê ketiye. Wî her wiha ragihand ku teqîn li nêzîkî baregeha Ramat Davîd li Merc Ibn Amer, li rojhilatê Heyfayê qewimîn, piştî ku balafirên bêmirov ji Libnanê hatin avêtin.

Artêşa îşxalker da zanîn ku 10 fuze ji Lubnanê ber bi Kendava Heyfa û Celîlê ve hatine avêtin, hinek ji wan hatine îmhakirin û hinek jî li cihên vekirî ketine.

Medya Îbranî ragihand ku li Akrê, Nahariya, Kendava Heyfa û gelek bajarokên Celîlê dengê teqînan hatîye.

Dezgehên ragihandinê ragihandin ku fuze ji Lubnanê hatine avêtin û li derdora Telavîvê ketine. Klîbên vîdyoyê ziyanên ku ji ber ketina rokêtan li navçeya Hasharon, li bakurê Tel Avîvê, nîşan didin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir