• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Şahîn: Pêşnûmaya Duwelatîyan divê bi lez û bez bê qanûnkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nêzî 10 meh berê HUDA PARê teklîfêk qanûnê pêşkêşê meclîsê kiribû ku bila sîyonîstên xwedî hemwelatîbûna dualî ne, ji hemwelatîtiya Tirkîyeyê bên dexistin. Lê digel vê yekê hêna jî nehatîye meclîsê ku bê muzakerekirin.

Alîkarê Serokê Heqên Însanan Û  Karên Hiqûqî Yê Huda Parê Mahmût Şahîn derheqê vê teklîfa qanûnê ji ÎLKHAyê re axivî û got divê ev teklîfa wan di demek kurt bê meclîsê û bê rayandin.

Şahîn, “Ez dixwazim vê yekê jî bibêjim ku piştî teklîfa qanûna me, hinek teklîfê din ên piştî me hatine pêşkêşkirin bûne kanûn. Lê ev teklîfa me ya muhîm a ku desteka hemû partîyan girtiye hêna jî di meclîsê de hatîye sekinandin. Carek din em dibêjin bila ev teklîf di demek kurt de bibe qanûn.”

Şahîn herwiha îfade kir, piştî êrîşên rejima îşxalê, rejima sîyonîst Erebên ku xwedîyê du pasaportin ji hemwelatiyîyê derxistine û wiha dewam kir:

“Herî dawî rejîma terorîst  îsraîlê teklîfa qanûnek, derbarê betalkirina heq û mafên welatîbûna Filistîniyan pêşkêşî meclîsa xwe kir. Her wiha hinek xeber hatin ku ev yek di karên hiqûqî de hatîye qebûlkirin. Di dema ku sûcdarên qirkirinê ev qerara li dijî mexdûrên xwe distînin, eger hêna jî em nekarin mesûlîyeta xwe ya li hember sûcdaran pêk bînin û nikaribin hin prensîbên qanûnî bikin, em li vir bi rewşek pir giran re rû bi rû ne. Xelkê me û raya giştî li bendê ne ku ev teklîf di zûtirîn wextê de bibe qanûn.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir