• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Şêx Qasim, wek Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê cara ewil axivî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şêx Qasim, terzê şehîd Nasrallah nû kir û got, “Em herbê naxwazin lê dema ku me mecbûr bihêlin jî em amade ne, ji zeferê re amade ne û em ê vêya jî bi şanazî pêşwazî bikin.”

Şêx Naim Qasim di axavtina xwe de weha got:

“Emê di çarçoveya meseleyên ku hatine plankirin de rêya xwe bidomînin.

Berxwedana me ji bo azadkirina axa xwe û li dijî dagirkerî û armancên wê yên berfirehkirinê heye.

Dijmin ji sala 2006an û vir ve her roj êrîşî Lubnanê dike.

Berxwedana ku îsraîl ji Lubnanê derxist, ne biryarên navneteweyî bû.

îsraîl bi biryara 1701ê ve girêdayî nîne û piştî biryarê me 39 hezar îxlalkirina hewayî û deryayî jimartin.

Jixwe nîyeta êrîşkar a îsraîlê ya li dijî Lubnanê diyar bû.

Dijmin ji bo êrîşa li ser me ne hewceyî beheneyekî ye.

Ev şer, şerê îsraîl-Emerîka-Ewrûpa-Kûrewî ye ku armanca wê tunekirina berxwedana li herêmê ye.

Di qetlîama li Cîbalîyeyê de ji 100î zêdetir şehîd heye lê dinya ji bo wan ji cîhê xwe jî ranebû.

Biryarîya efsanewî ya berxwedana li Xezze û Libnanê ew ê siberoja neslên me derbixe holê.

Em 11 meh e dibêjin ku em şer naxwazin, encax ger ku em mecbûr bimînin jî ji herbê re amade ne.

Em ji bo tu kesî herbê nakin, em ji bona ku Libnanê biparêzinî axên xwe azad bikin û piştgirîyê bidin Xezzeyê herbê dikin.

Îranê alîkarîyê ji berxwedana me re dike û ji me jî tiştekî naxwaze û hevdîtinên hevpar in.

Em ji bona ku herêmên di bin îşxallê de ne xelas bikin di axê xwe de herbê dikin û tu kes me bi tiştekî mukelef nagre.

Piştî derbeyên ku me xwar, em rabûn ser pîyan ji ber ku em rêxistinek lihevhatî û xwedî potansiyelek mezin in.”

Şêx Qasim herwiha bal li ser berdewamîya rûbirûbûna êrîşan kir û ragihand ku eger dijmin bixwaze wê rawestîne, ew şert û mercên ku em guncaw dibînin qebûl dikin û her çareserî dê bi danûstandinên nerasterast be.

Şêx Qasim destnîşan kir ku "stûna bingehîn a her danûstandinê agirbest e."

Şêx Qasim anî ziman ku divê îşxalker bizanibe ku "bombebarankirina gund û bajarên me wê me paşde venekişîne" bi bîr xist ku berxwedanê bi dronê li mala Netanyahû xist û Netanyahu vê carê xilas bû. Dibe ku hêj wexta wî nehatîbe. "

Şêx Naîm Qasim jî li ser îşxalekran axivî û hişyarî da û weha got: "Hûn teqez têk diçin ji ber ku ax ya me ye û gelê me li dora me ye, ji ber vê yekê dev ji axa me berdin da ku windahiyên xwe kêm bikin, nexwe hûn ê berdêlek ku di dîrokê de nehatîye dîtin bidin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir