Cepheya Berxwedana Iraqê axên îşxalkirî hedef girt
Cepheya Berxwedana Iraqê, diyar kir ku ew bi ÎHAyan li bakurê axên îşxalkirî li çend cîhan operayon li dar xistine.
Di daxuyanîya ku ji teref Cepheya Berxwedanê ve hat belavkirin de hat gotin ku, "Operasyonên li dijî îşxalkeran ji bo piştgiriya gelê Filistîn û Lubnanê û bersivdayîna qetlîamên sivîlan ên di nav de zarok, jin û îxtiyar didomin."
Di berdewama daxuyanîyê de weha hate gotin: “Çalakiyên Cepheya Berxwedanê ya ji bo têkbirina lezgîn a dijmin dewam dike.”
Cepheya Berxwedana Iraqê wek berteka li hemberî şerê rejîma îşxalker li Xezzeyê, bi mehan e xalên girîng ên sîyonîstên girîng hedef digire. (ÎLKHA)