Ji heman malbatê 6 kes ji karokan bi jehrê ketin
Li Qestamonîyê 6 kesên ku ji heman malbatê ne ji ber karokên ku xwarinê bi jehrê ketine.
Bûyer, li navçeya Înebolîyê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, 6 mirov ku li gundê Akguneyê dijîn, piştî xwarina karokên ku ji daristanê kom kirine nexweş ketin.
Xeberê ji ekîbên tenduristîyê re şandin û ji Nexweşxaneya Dewlet a Înebolîyê re hatin rakirin.
Hat hînbûn ku hêj tedawîyên wan berdewam dike. (ÎLKHA)