HAMAS, Hîzbullahê ji ber serokatîya Şêx Naîm Qasim pîroz kir
Di daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat belavkirin de weha hat îfadekirin, “Em li cem serokatîya nû ya tevgerê ne. Em ji Xwedê dixwazin ku bila di rêya cîhad û berxwedanê de piştgirîyê wan bike.”
Hizbullahê, Şêx Naîm Qasim li şûna Hesen Nasrallah ku di êrîşa 27ê Îlonê ya rejîma îşxalker a sîyonîst de şehîd bûbû, hilbijart.
HAMASê jî ji ber hilbijartina Şêx Naîm Qasim Hîzbullahê pîroz kir.
Di daxuyanîya ku ji teref tevgerê ve hat belavkirin de weha hat gotin:
“Em ji ber ku Şêx Naîm Qasim wek Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê hatîye bijartin rêveberîya birayên xwe yên Hîzbullahê pîroz dikin.
Weke Tevgera Berxwedana Îslamî (HAMAS) em pîrozbahîyê li birayên xwe yên Hizbullaha Lubnanê dikin ku li şûna Sekreterê Giştî Seyîd Hesen Nasrallah (rehma Xwedê lê be) ku weke mucahid jiyaye û di rêya Qudsê de şehîd ketîye, Şêx Naîm Qasim ji bo sekreterê giştî yê tevgerê hate hilbijartin pîroz dikin.
Em di wê bawerîyê de ne ku ev hilbijartin nîşana hêza Tevgera ku piştî êrîşên li ser rêveberîya xwe vegere ye. Em li gel rêveberîya nû ya tevgerê ne. Em ji Xweda daxwaz dikin ku di rêya cîhad û berxwedanê de piştgiriyê bide wan. Her wiha em dua dikin ku Xweda Serkeftinê bide Sekreterê Giştî Şêx Naîm Qasim û Hizbullahê li hember azweriyên emperyalîst ên siyonîstan li herêmê serbikeve.” (ÎLKHA)