• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Şêx Naîm Qasim bû serokê nû yê Hizbullahê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hizbullahê, Şêx Naîm Qasim li şûna Hesen Nasrallah ku di êrîşa 27ê Îlonê ya rejîma îşxalker a sîyonîst de şehîd bûbû, hilbijart.

Di daxuyanîya ku ji teref tevgera Hîzbullahê ve hat belavkirin de weha hat gotin:

“Bawerîya me ya ji Xwedê re, gidêraybûna me ya ji Îslama Muhammedî re, em di çarçoveya sedeqeta xwe ya ji îlke û hedefên Hîzbullahê re de, ji bo hilbijartina Sekreterê Giştî, Konseya Şûrayê ya Hîzbullahê, di warê bijartina Sekreterê Giştî de li ser Şêx Naîm Qasim mitabiq bûne. Em ji Şêx Naîm Qasim ku vê wezîfeya pîroz girtîye ser milê xwe re ji Xwedê daxwazîya alîkarîyê dikin; ji Xwedê dixwazin ku bila di vê wezîfeya wî ya Hîzbullah û berxwedan Îslamî de serfirazîyan bike nisîbê wî.”

Şêx Naîm Qasim kî ye?

Şêx Naîm Qasim di sala 1953yan de li gundê Keferkîlaya Libnanê hatîye dinyayê, hem di warê îlmên Îslamî de hem jî di warê akademîyê de perwerdehîyan standîye.

Li zanîngeha Lubnanê lîsansa xwe ya lîsans û masterê di beşa kîmyayê de qedandîye û navê “Master Kîmyazan” bi dest xistîye. Di heman demê de dersên zanistên îslamî ji alimên li Lubnanê girt û gihîşt asta îçtîhadê.

Piştî jiyana xwe ya perwerdehîyê şeş sal wezîfeya mamostetîya kîmyayê bikaranîtîye.

Naîm Qasim, di navbera damezrînerên Yekîtîya Xwendekarên Misilman de cîh girtîye û li Libnanê bi tevî Muqteda Es Sadr, Tevgera Emel û Hîzbullahê damezrandine.

Qasim ji sala 1991an heta niha wek Alîkarê Sekterê Giştî yê Hîzbullahê hatîye hilbijartin û di fealîyetên sîyasî, civakî û çandîn ya rêxistinê de serokatîyan kirîye.

Şêx Naîm Qasim, gelek kitêban nivîsandîye û kitêbên wî jî ji zimanên cuda re hatine wergerandin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir