• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Çapemenîya îşxalê: Netenyahu, ditirse ku bi ÎHAyan êrîşê Meclîsê bê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di xebera televîzyona dewlet a qaşo rejîma îşxalker de, hat îfadekirin ku Netenyahu di rûniştina girtî ya Meclîsê de îfade kirîye ku ew ji êrîşa bi ÎHAyê ditirse.

Hat ragihandin ku tirsa Netenyahu ya di warê ÎHAyê de zêde bûye û di axavtina xwe ya di vî warî de weha îfade kirîye, “Niha êrîşek li Meclîsê bê kirin em ê herin li ku derê? herî ku ez jê ditirsim, ÎHA ne. Di warê micadeleya bi fuzeyan de sîstemên me yên baş hene. Ez fêhm nakim ku Meclîs çima di cîhekî dinê de rûnanê ku di cîhê xwe yê her demî de rûdinê û dicive.”

Di 19ê Cotmehê de ji teref Hîzbullah ve ÎHAyek hatibû avêtin û ew ÎHA li bajara Kayseryayê li mala Netenyahu ketibû.

Ji teref ofîsa Netenyahu ve daxuyanî hatibû belavkirin û hatibû destnîşankirin ku mala Netenyahu îsabet girtîye lê ew ne liwê derê bûye û agahîyekî dinê nehatibû kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir