• DOLAR 34.559
  • EURO 36.36
  • ALTIN 2920.667
  • ...
Rejîma îşxalker, biryara qedexekirina UNRWAyê girt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Meclîsa qaşo yê rejîma sîyonîst (Knesset), pêşnîyaza ku tê xwestin ji axên îşxalkirî fealîyetên wî dawî bibin qebûl kir.

Pêşnîyaza qanûnê, li hember 92 rayan bi 10 rayan hat qebûlkirin û di navbera alîgiran de alozî derket.

Hat ragihandin ku ew ê bi lez vê qanûnê neyê tetbîqkirin, lê ew ê ev qanûn rewşa ku li Xezzeyê xerab e wê xerabtir bike.

Tê destnîşankirin ku ev qedexe tê vê maneyê ku ew ê UNRWA li axên Filistînê (Qudsa Rojhilat û Şerîaya Rojava jî di nav de) bibe sedema girtina hemû tesîsên wan û ew qabilîyetên wî yên fiîlî bêne felçkirin.

UNRWA, ji sazîyên ku li Xezzeyê alîkarîyên mezin li dar dixin ya herî pêştir e.

Artêşa îşxalê, ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê 231 xebatkarên UNRWAyê qetil kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir