• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Hak Par: Pirsgirêka kurd bi PKKê dest pê nekirîye ku dê bi qedandina wê re ji holê rabe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Partîya Maf û Azadîyan (HAK PAR), derheqê meselay ku di rojevê de ye de nerîna xwe bi daxuyanîyeke çapemenîyê anît ziman û pêşkêşî gel kir.

Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Vasıf Kahraman ve hat xwendin.

Kahraman di daxuyanîyê de îfade kir ku gengeşî û alozîya rejîma îşxalker ew ê tenê li Xezze û Libnanê nemîne û belavê herêmê bibe.

Kahraman, “Wek tê zanîn, ev demek direj e ku welatê me jî di nav de li herêma Rojhilata Navin xwin tê rijandin û roj bi roj berfirehtir dibe; pevçûnên îsraîl-Filistînė, îsraîl-Îranê, kuştina serokên Hamas û Hîzbullahe. Wisa xuya ye ev agirê hatiye pêxistin, dê li temamê herêmê belav bibe.

Ev rûdan û pêşkeftin bėguman bandorê li ser kurdan jî datine. Li herçar parçeyên Kurdistanê guhertin li ser kurdan ferz bûye. Ji bo Gelê Kurd ji van pêşkeftin û guhertînan sûd werbigre, pêwisti bi sîyaseteke rast û hevpar heye.”

Kahraman, “Ev desthilatdarîya heyî ya li Tirkîyeyê ku roj bi roj qels dikeve, dixwaze bi amadekirina destura bingehîn temenê xwe dirêj bike û bi vê wesîleyê kurdan wek paldank bigre tenişta xwe. Ji aliyek ve jî, dixwaze pêşî li pêşkeftinên ku di berjewendiyên kurdan de ne, bigre.

Di encama vê yekê de banga Serokê MHPê ya ji bo Abdullah Ocalan ku rêvebirên AKPê jî li hember vê bangê bêdeng man, pirsgirêka kurd kirin pirsa sereke ku bi şêwazeke berfireh tê nîqaşkirin.”

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku divê PKKê dawî li şerê çêkê bîne:

“Em wek Partiya Maf û Azadîyan, carek din tinin ziman ku divê PKK dawî li şerê çekdarî bîne. Çareserîya pirsgirêka kurd ya bi şêwazekî aşîtiyane û adil ya li ser esasê wekheviyê, bi rê û olaxên şer û pevçûnê pêk nayê. Lewra şer û pevçûn pirsgirêka kurd terorize dike. Berovaji destê hêzên tarî ku ji tundiyê dimijîn û tucar naxwazin ev pirs bê çareserkirin, xurttir dike.”

“Pirsgirêka kurd bi PKKê dest pê nekiriye ku dê bi qedandina wê re ji holê rabe”

Hat destnîşankirin ku çaresîya kurdan bi çekê nayê çareserkirin: “Lêbelê, divê devjêberdana şerê çekdarî ya ji aliyê PKKê ve û çareserîya pirsgirêka kurd ya bi şêwazekî aşîtiyane û adil ya li ser esasê wekheviyê neyê tevlihevkirin. Ger desthilatdarîya heyî li hêviyê ku dê bi devjêberdana şerê çekdarî pirsgirêka kurd ji holê rabe, di nav şaşîyek mezin de ye. Lewra, pirsgirêka kurd bi PKKê dest pê nekiriye ku dê bi qedandina wê re ji holê rabe. Ji ber ku pirsgirêka kurd, ya gelek qedîm e ku li Rojhilata Navîn di nav çar dewletan de hatîye perçekirin û hējmara wan ji çil milyonî zêdetir e. Ev pirsgirêk, herwisa pirsa bidestxistina statuyê ye.”

Hak Parê destnîşan kir ku divê desthilardarî ne tenê bi alîyekî re, divê bi hemû alîyan re gotûbej bike:

Kahraman, “Divê desthilatdarîya heyî êdî fêm bike ku ev pirsgirêk bi avêtina pêngavên rojane yên demdemî nayê çareserkirin. Pirsgirêka kurd, dikare bi mitabaqat û beşdarîya hemû partiyên kurd, saziyên sivîl, rewşenbîr, alî û kesayetiyên xwedî gotinê bê çareserkirin. Bêguman ev bang û hewldanên dawî, ne ji bo çareserîya pirsa kurd in.”

Hat destnîşankirin ku li gorî Hak Parê rêya çareserîyê di federasyonê de ye, “Em wek Partiya Maf û Azadîyan, giringi û piştgiriyek mezin didin devjêberdana şerê çekdarî ya ji aliyê PKKê ve. Lêbelê, bi pêkhatina vê yekê ne pirsa kurd çareser dibe û ne jî Gelê Kurd dibe xwedi statûye. Lewra wek di bernameya partiya me de jî hatîye destnîşankirin; riya heri guncav ya çareserîyeke mayende, di federasyonê de ye.”

“Divê tavildest zemîna çareseriyeke bi rê û olaxên aşîtiyane û adil ya li ser esasê wekheviyê bê amadekirin”

“Em carek din banga xwe dubare dikin; divê tavildest zemîna çareseriyeke bi rê û olaxên aşîtiyane û adil ya li ser esasê wekheviyê bê amadekirin.

Divê hêzên tarî û nehezên kurd dev ji wan kiryarên xwe yên nijadperest-şoven û bişavker berdin.

Divê êdî qebûl bikin ku kurd neteweyek cûda ne û di serî de perwerdehîya bi zimanê zikmakî, divê bibin xwedî mafên xwe yên neteweyî.

Ji bo vê yekê jî, divê tavildest gavên erênî bên avêtin.”

Di dawîya daxuyanîyê de hat îfadekirin ku Hak Parê ji bo piştgirîyê amade ye, “Em wek Partîya Maf û Azadîyan ji nuha ve amade ne ku bi her alî ve piştgiriya van hewldan û pêngavên di vî derbarî de bikin. Her karê ku bikeve ser me, em wek partî ji her cureyê piştgiriyê re amade ne.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir