• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Li Xezzeyê dibistana NY ku sîvîlan xwe sipartibûnê cara sêyemîn hat bombekirin: 11 şehîd
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

WAFAya ajansa fermî ya Filistînê, daxuyand ku balafirên herbê yên aîdê rejîma îşxalker, li Eş-Şatîya ku li rojavaya Xezzeyê ye dibistana “Esma” ya ku aîdê UNRWAyê ye û sîvîlên ku ji cîhê xwe bûne xwe di nav de sipartine bomberdûman kir.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di encama êrîşan de 11 kes şehîd bûn, 20 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku mirovên birîndar ji nexweşxaneyên Şîfa û El-Ehlî Baptîstê re hatine rakirin.

Balafirên herbê yên rejîma îşxalker, di 7ê Hezîranê û 19ê Cotmehê de jî dibistana “Esma”yê bomberdûman kiribû. Di êrîşan de ji 10an zêdetir mirov şehîd bûbûn, bi dehan mirov jî birîndar bûbûn.

Di êrîşên rejîma îşxalker a li dijî Xezzeyê de heta niha nêzê 17 hezar û 210 jê zarok, 11 hezar û 742 jê pîrek tev de 42 hezar û 924 kes şehîd bûn, 100 hezar û 833 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir