• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Elî Xamaney: Divê êrîşa rejîma siyonîst ne bê biçûkkirin ne jî bê mezinkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îro danê sibê Elî Xamaney bi malbatên leşkerên ku di êrîşa rejîma siyonîst ser Îranê de jiyana xwe ji dest dane re hevdîtin kir.

Xamaney got, “Divê êrîşa rejîma siyonîst ne bê biçûkkirin ne jî bê mezinkirin. Divê pêşî li hesabên şaş ên vê rejîmê bê girtin. Divê hêz û îradeya netewa Îranê û ciwanên Îranê ji wan re bê nîşandan.”

Xamaney her wiha diyar kir ku divê rayedar asta hêz û îradeya neteweya Îranê ji rejîma siyonîst re rave bikin û ji rayedaran xwest ku ji bo berjewendiyên welêt çi pêwîst be bikin.

Xamaney bal kişand girîngîya emnîyeta psîkolojîk a civakê û got, “Di warê medyaya civakî de biryarder divê girîngiyê bidin ewlehiya psîkolojîk a civakê. Divê rayedarên welêt ewlehiya psîkolojîk a gel pêk bînin. Rêya dabînkirina ewlehiyê bi hêz e. Îraneke bihêz dikare xwe biparêze.”

Xamaney bal kişand ser vê yekê ku li dijî rejîma siyonîst ku îro hovanetirîn cinayetên herbê dike, divê hevpeymaniyeke cîhanî, siyasî, aborî û ger pêwîst be, leşkerî jî bê avakirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir