Partiya desthilatdar li Gurcistanê zêdetirî nîvê dengan girt
Li gor encamên nefermî Partiya Xewna Gurcistanê ya desthilatdar li Gurcistanê ji sedî 54,2 dengan girtiye.
Hilbijartinên parlementerî yên ku roja Şemiyê pêk hatin, Xewna Gurcistanê ya desthilatdar bi 54,24 ji sedî yê dengan bi ser ket.
Li gorî Lijneya Hilbijartinê, Koalîsyona Guhertinê ji sedî 10,8, Partiya Yekîtî - Tevgera Neteweyî ji sedî 10,07, Gurcistana Hêz ji sedî 8,7 û Partiya Gakharia ji sedî 7,7 dengan girtiye.
Demek kin piştî girtina sindoqan şeva borî, Bidzina Ivanishvili, damezrînerê Partiya Xewna Gurcistanê, di axaftina xwe ya li navenda partiyê ya li paytext Tiblîsê de serkeftina partiya xwe ragihand.
Partiya Xewna Gurcistanê di mehên dawî de qanûnên "ajanîya bandorî ya biyanî" û "propagandaya dijî LGBT" qebûl kir, lê van gavan bû sedema bertekên bi taybetî ji aliyê Emerîka û Yekîneya Ewropayê. (ÎLKHA)