Qatilên îşxalker êrîşî bakurê Xezzeyê kir: 10 şehîd
Di êrîşa ku ji teref siyonîstên îşxalker ve li bajarê Beyt Lahya ya Meşrû ya li bakurê Xezzeyê hat kirin de 10 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Balafirên şer ên qatilên siyonîstên îşxalker, bi şev li bajarê Beyt Lahya ya Meşrû mala ku malbateke koçber lê diman, bombebaran kirin.
Hat diyarkirin ku di êrîşê de 10 kes şehîd bûne û gelek kes jî birîndar û winda bûne.
Siyonîstên kujêr bi topan êrişî navçên bakurê rojavayê kempa Nuseyrat a li naverasta Xezzeyê kirin. (ÎLKHA)