• DOLAR 34.55
  • EURO 36.015
  • ALTIN 3006.52
  • ...
Şehîd Yahya Sînwar li Entabê bi daxuyanîya çapemenîyê hat yadkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nerazîbûnên li hemberî qetlîamên li Xezze û Lubnanê didomin, dewam dikin.

Temsîlkarên saziyên civaka sivîl ên li Entebê faaliyetên xwe dikin bertek û nerazîbûn nîşanî êrîşên ku didomin û bêdengiya kesên ku welatên Îslamê dikin, dan.

Serokê Karwana Hêvîyê ya Entebê Mustafa Ozaslan nerazîbûnên xwe yên li hember bûyeran bi van gotinan nîşan da.

Ozasla, “Ev salek e ku , Xezze ji teref rejia îşxalê ve tê îşxalkirin. Qetlîam tên kirn. Ti navberê nakin nav û qetlîamên komî li ser zarok, pîrek û îxtiyaran pêk tînin. Lê dinya van qetlîaman tenê temaşe dikin. Piştî Xezzeyê a niha li Lubnanê van qetlîaman didomîne. Em nizanin ku sibe dor tê kê. Alema xerbê destekê didin îsraîlê, lê welatên Îslamê tu destek û piştgiriyê nade Xezzeyê. Ev bêdengiya dinyayê tiştekî bi xuzn û jan e.”

Serokê Şaxa ÎHHyê ya Entabê Murat Şahîn jî, bal kişand ser şehadeta Yahya Sinvar û got, divê kesên ku welatên Îslamê îdare dikin li dijî îşxalê tewr û helwesteke bi heman rengî nîşan bidin.

Serokê Memur-Senê ya Entebê Mûslûm Goral jî destnîşan kir ji bo welatên Îslamê li hemberî qirkirinê bêdeng bimînin ecizyetek mezin e û wiha dewam kir:

“Ev 385 roj e ku li Xezeyê qetlîamek mezin heye, hemû dinya li hember vê qirkirinê bê deng e. Ya herî muhîm jî ev e ku, alema îslamê hêj jî tiştek nekiriye. Berê li Xezzeyê dest bi qetlîaman kirin. a niha li Lubnanê dewam dikin. Dibe ku sibe dor were Tirkyeyê. Digel hemû welatên îslamê vê yekê dizanin jî bêdeng mane. Xweda wahdet û yekbûnê nasîbê ummeta îslamê bike.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir