• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Parlamenetrê Huda Parê Dînç, di meclîsê de civîn li dar xist
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PAR, wehşet û qirkirina li Xezzeyê di rojevê de didomîne.

Di vê çarçoveyê de Alîkarê Serokê Giştî yê Huda Parê û Parlementerê Mêrsînê Faruk Dînç li Meclîsê civîneke medyayê li dar xist.

Dînç got, ew ê di her platformê de qala qirkirina li Xezzeyê bikin, û behsa jiyana êş û jana Tala ya ji Xezzeyê ye kir.

Dînç, “Tala dema ku bi malbata xwe re li mala xwe bû, ji teref îşxalkeran ve xanîyên wan tên bombardmankirin. Di vê êrîşê de 15 ji malbata wê şehîd dibin. Ji ber ku cesed perçe perçe dibin, bavê Talayê biraziya xwe weka keça xwe zan dike û defn dike. Piştî çend rojan bavê Talayê dengekê di bin enqazê de dibihîze. Fam dike ku ev keça wî ye. Digel çar roj derbas bûbû jî Tala di bin enqazê de dijiya. Ji ber vê civînê ez bi Talayê re hatibûm bal hevdu. Elhemdûlîllah rewşa wê baş e.”

Dînç bang li îdarevanên welatên xwedî wîcdan ku ji bo Xezzeyê gavên berbi çav bavêjin.

Faruk Dînç, “Niha li bakurê Xezzeyê wehşetek, qirkrinê heye. Qirkirineke wisa ye ku tu rojnameger nikare bikeve wir. Alîkarî li vir nayên kirin û tê îddîakirin ku qetlîamên ku heta hezar kesî canê xwe ji dest dane hene. Ev qirkirin bi vî awayî berdewam dike. Dibe ku em van mijaran li vir îzah bikin; kesên xwedî wijdan têkevin nav hereket û tevbigeran û rêveberên welatên xwedî wijdan jî di vê warê de tevbigerin.”

Alîkare Serokê Giştî yê HUDA PARê li ser êrîşa Tûsaşê jî sekinî û got, namlûyên ku berê xwe dabûn Xezzeyê ber bi nîşanê Enqereyê dane.

Dînç, “Bi rastî jî namlûya ku ber bi Xezzeyê ve tê nîşandayîn, ber bi Enqereyê ve tê nîşandayîn. Divê ev bûyer bi vî awayî bê xwendin. Belê, ew agir îro ketiye welatê me. Tu kes nikare îddîa bike ku êrîşa îro ya li dijî TÛSAŞê ji îsraîl, Emrîka û hêzên cîhanî serbixwe ye.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir