17 PKK/YPGyî hatin kuştin
Wezareta Parastin a Netewî, daxuyand ku li herêmên “Mertala Firatê, Kehnîya Aştîyê” û Minbîcê 17 PKK/YPGyîyan bêtesîr kirine.
Di daxuyanîya ku ji teref wezaretê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku operasyonên wan a li Sûrîyeyê berdewam dike.
Di daxuyanîyê de weha hat gotin:
“Em nasekinin, reht nabin rêya xwe berdewam dikin. Hêzên me yên Çekdar ên Tirk ên qehreman; li bakurê Sûrîyeyê herêmên Mertala Firatê, Kehnîya Aştîyê û Minbîcê 17 terorîstên PKK/YPGyî yên ku tespît kirine bêtesîr kirin. Em ê ji bona ku terorê ji koka wî tune bikin operasyonên xwe yên ku pêşîya wan nayê dîtin, nayê zanîn, bi lez û daîmî berdewam bikin.” (ÎLKHA)