• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Îran: Di êrîşa rejîma sîyonîst de du personelên artêşê şehîd bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîst, ji hinek cîhên leşkerî yên Îranê re êrîşan li dar xist.

Hêzên Parastina Hewayê ya Îranê, daxuyand ku êrîşên rejîma îşxalker ên li ser Tehran, Xuzistan û Îlamê bi serfirazî hatine pejikandin.

Artêşa Komarîya Îslamî ya Îranê, derheqê personelên ku doh di êrîşê de şehîd ketibûn de daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîyê de weha got:

“Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm

Ji bawermendan hin zilamên wisa hene ku wan ew peymana dane Xwedê bi cih aniye. Vêca hin ji wan canê xwe feda kirin û hin ji wan jî çavnêriyê dikin û peymana xwe neguhartine (li ser soza xwe man e)…

Artêşa Komarîya Îslamî ya Îranê, bi armanca parastina Îranê, zerar neyê gîştin ji gel û menfeatên Îranê re, li hember rejima sîyonîst ê cînayetvan doh êvarê du leşkerên xwe feda kir.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir