Çapemenîya îşxalê bi fotoxrafa ku belav kiribû rezîl bû
Qatilên rejîma îşxalker a sîyonîst, bi dîmena ku piştî êrîşa ji Îranê re belav kiribû rezîl bû.
Piştî daxuyanîya sîyonîstan, çapemenîya îşxalê dîmenekî wezîrê parastinê qaşo yê rejîma îşxalker Yoav Gallant ku di ofîsê de hatîye kişandin belav kir.
Dîmena ku hatibû parvekirin di demeke kurt de hem di medyaya civakî de hem jî di axên îşxalkirî de bû sedema henekê berdevan.
Fotoxrafa ku nîşan dide li Îranê hedefek îsabet girtîye, aîdê rafînerîya di sala 2021an de li Tehranê şewitîbû ye. (ÎLKHA)