• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
“Li Tehranê her tişt di bin ewlehîyê de ye”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ajansa Nûçe ya Mehrê, diyar kir ku piştî bihîstandina dengê teqînan û digel propagandayên rejîma sîyonîst li Tehranê her tişt hêsan û di nav ewlehîyê de ye, tu agir û dûmanek tineye.

Li Balafirgeha Mehrabad û Balafirgeha Îmam Xumeynî ya li Tehranê jî her tişt normal e, tu bûyerek pêk nehat û seferên balafiran berdewam dike.

Midûrê Şîrketa Balafirgeha Îranê Saîd Çalenderî jî ji rojnamegeran re got ku di balafirgehan de her tişt normal in.

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, daxuyandibû ku ew li Îranê ji hinek hedefên leşkerî re êrîş dabû destpêkirin.

Di daxuyanîya ku ji teref artêşa terorîstan ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Êrîşên hessas û bihedef ên li gelek cîhên leşkerî yên Îranê temam bûn.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir