• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
NY: Li Sûdanê krîza însanî zêde dibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komîsertîya Bilind a Penaberên Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Fona Alîkarîya ji Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bi hev re daxuyeneke hevpar dan, destnîşan kirin ku rewşa krîza însanî ya li Sudanê xerabtir dibe, bi milyonan însan lazimatîya wan ji alîkarîya însanî ya acîlî re heye.

Hat desntîşankirin ku li welat ava paqij, tenduristî û sitargeh  gelek kêm bûne û binesazîya jiyanî jî hilweşîyaye.

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku îsal nêzê 3,7 milyon zarokên di bin emrê 5 salî de ne bi rîska kêmxwarinê re rûbirû mane, “Ji xwe van zarokan ji ber birçîbûnîyê bêparastin in û ger ku di demeke kurt de dest ji wan re neyê dirêjkirin rîska mirina ji ber nexweşînan ew ê zêde bibe li gorî emrên xwe 11 qat zêde be.”

Ji ber pevçûnên nav welat hejmarê însanên ku ji cîhê xwe bûne ji 11 milyonî zêdetir e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir