• DOLAR 34.443
  • EURO 36.351
  • ALTIN 2840.859
  • ...
Ji HUDA PARê derheqê TUSAŞê de daxuyanî: Gavên ku hewcene bên avêtin, bedêla wî çi dibe bila bibe tekez bê avêtin!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wekîlê Serokê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, di Meclîsê de ji çapemenîyê re daxuyanî da û derheqê rojevê de axivî.

Demîr ji axavtina xwe re bi meseleya êrîşa TUSAŞê dest pê kir û ji mirovên ku canê xwe ji dest dane re ji Xwedê daxwazîya rehmê kir, ji bo birîndaran jî daxwazîya şîfa lezgîn kir.

Demîr derheqê êrîşê de weha got: “Êrîşa li ser TUSAŞê careke din nîşan da ku hêzên tarî yên dijminên welat û taşeronên wan ên herêmî dixwazin ku welat mehkûmî kaos û bêîstiqrarê bimîne û ji girêdayîya biyanî xelas nebe. Me gelek caran li vê senaryoyê temaşe kir. Yên ku nexwestin li Tirkiyeyê aştî, biratî, edalet û aramî pêk were her tim hebûn. Ji niha û pê de jî wê hebe. Li hemberî van bûyeran helwesta me her tim zelal e. Weke HUDA PARê em her tim li hember mijar û bûyerên ku zirarê didin biratiyê û aşitiyê xera dikin sekinîn û em ê jî sekina xwe ya li hember wan bidomînin.

Em dixwazin bala rayedaran bikşînin ser hinek mijaran. Bûyerên wiha teqez dê ji niha û pê ve jî biqewimin. Pêngavên ku divê bên avêtin, bêyî ku lêçûna wê hebe, divê bên avêtin. Divê Tirkîye tu carî tawîzan nede Emrîqa, Ewrûpa, Qendîl an jî her kesê din ku hewl dide welat mehkûmî kaos û xeleka xerab bike û ji avêtina gavên pêwîst dûr nekeve.”

“Welatên herêmê hêna jî ji bo Xezzeyê tê xwestin bê tunekirin bang li NY dikin”

Demîr di axavtina xwe de îfade kir ku divê ji bona ku rejîma sîyonîst bê sekinandin gavên fiîlî bên avêtin û ji bo vêya jî xebat bê kirin, “Daxuyanîya siyonîstên îşxalker ên 'Em ê her cihê ku em talûke dibînin bikin hedef' daxuyanîya ku ew ê îşxala li herêmê hîn berfirehtir bibe ye. Di vê pêvajoyê de şandina pergalên berevanîya hewayî ya Emerîkayê ji bo parastina îşxalkeran ji operasyoneke muhtemel û daxuyanîya Elmanyayê ya ku tevî qirkirinê wê hinartina çekan ji bo sîyonîstan ranewestîne, nîşan dide ku di heyama pêş da wê rageşî zêde bibe. Di dema ku Rojava her tim çekan ji qirkeran re dişîne, welatên herêmê hîn jî ji bo Xezzeya ku tê bomberdûmankirin,  mehkûmkirina birçîbûnê û tê xwestin bê tunekirin bang li NY dikin.”

“Ji bo alema Îslamê dem ne dema gotinê ye, dem dema icraetê ye”

“Weke ku birêz Serokkomar di lûtkeya BRICS de diyar kir; Girîng e Tirkîye li Neteweyên Yekbûyî dest bi însiyatîfa rawestandina firotina çekan bo îsraîlê bike. Ji bo hemû welatên ku xwedî maf, dadmendî û hiqûqê ne ku piştgirî bidin vê bangê berpirsiyarîyek mirovahî ye.

Ji bo alema Îslamê dem ne dema gotinê ye, dem dema icraetê ye. Welatên herêmê divê nakokiyên bêencam bidin aliyekî, di bin serokatîya Tirkîye, Îran û Pakistanê de lihevkirineke hevpar a berevanîyê çêkin û bi komên berxwedanê re ji bo rawestandina rejîma îşxalker a sîyonîst gavan bavêjin.

Heta ku li qadan bersiva pêwîst ji dagirkeriyê re neyê dayîn, wê dagirkerî û qirkirin li tevahîya herêmê belav bibe. Rejîma sîyonîst ji hêzê fam dike, ne ji gotinan. Teşkîlata Hevkariya Îslamê ji bilî daxuyanîyên şermezarkirinê divê bi çalakîyan pêşî li binpêkirina rûmeta misilmanan bigire.

Tirkîye ku diyar dike ku di her firsendê de talûke nêz dibe, divê bi awayekî aktîf piştgiriyê bide berxwedana li dijî îşxalkeran.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir