Hamdan: Berîya şer bi dawî nebe êsîr nayên berdan
Usama Hamdan endamê Biroya Sîyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) bal kişand ser vê yekê ku berîya ku şer bi dawî bibe û îşxalker bi tevahî ji Xezzeyê vekişin, ti esîrên îşxalker ên sîyonîst nayên berdan.
Hamdan di daxuyanîya xwe ya ji bo televizyona El-Meyadîn de got ku navbeynkaran derbarê hewlên ji nû ve destpêkirina danûstandinan de agahî dane wan, lê desteya danûstandinan a HAMASê li gorî prensîbên tevgerê tevdigere.
Hamdan herwiha diyar kir ku şanda HAMASê ji bo guhdarîkirina pêşnîyaran çûye Qahîreyê, lê ev yek nayê wateya guhertina prensîb û daxwazên HAMASê. (ÎLKHA)