Rejîma qatil li Libnanê hedefgirtina sîvîlan didomîne: 12 şehîd, 118 birîndar
Rejîma îşxalker a sîyonîst li herêmên cuda yên Libnanê êrîşan pêk anît, di encama êrîşan de herî kêm 12 kes şehîd bûn, 118 kes jî birîndar bûn.
Rejima îşxalker, li Libnanê êrîşên xwe yên li dijî sîvîlan didomîne.
Balafirên herbê yên rejima sîyonîst, li paytext Beyrûdê 12 êrîşên asîmanî pêk anît.
Di êrîşa ku li herêma Baalbekê malekî hat hedefgirtin de herî kêm 6, li bajaroka Kfar Tebnîtê di çar êrîşan de herî kêm 4, li gundê Majdal Zouna herêma Tyreyê jî herî kêm 2 kes şehîd bûn.
Herî kêm 118 kes jî di van êrîşan de birîndar bûne.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Libnanê ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku li Libnanê di êrîşên rejîma îşxalker de heta niha 2 hezar û 592 kes şehîd bûn.
Hat diyarkirin ku di êrîşan de herî kêm 12 hezar û 119 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)