Îxwan: Em êrîşa Enqereyê şermezar dikin
Cemaeta Birayên Misilman (Îxwan), diyar kir ku ew êrîşa ku tesîsên TUSAŞa li Enqereyê hedef girtîye şermezar dikin.
Di daxuyanîya ku ji teref Îxwanê ve hatîye belavkirin de weha hat gotin:
“Cemaeta Birayên Misilman, êrîşa ku doh li Enqereyê pêk hat, di êrîşê de şehîd û birîndar hene şermezar dike.
Ev êrîşa ku Tesîsa Hevkarîya Anonîm a Senayîya Balafir ên Tirk hedef girtîye, parçeyekî êrîşekî ku li dijî Dewleta Tirk tê kirin e, teşebûsekî neserfirazî ya li dijî xebatên domandina serokatîyê ya di warê hilberîna stratejîk û serxwebûnîya dewletê ya hikumetê ye.
Em wek Cemaeta Birayên Misilman, ji bo şehîdan ji hikumeta dewleta Tirk û gelê wî re ji dil û can şîna xwe teqdîm dikin. Ji Xwedê ji bo şehîdên me daxwazîya rehmê, ji bo birîndaran jî daxwazîya şîfa lezgîn dikin û ji bo gelê Tirk jî ewlehî û îstîqrarê dixwazin.”
Doh di seat 15.30yan de li dijî tesîsên Kahramankazana Enqereyê ya TUSAŞê ji teref yek jê pîrek 2 kesan ve êrîş hatibû lidarxistin, di encama wê êrîşê de 5 kesan canê xwe ji dest dabûn, 22 kesan jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)