• DOLAR 34.241
  • EURO 37.12
  • ALTIN 3003.338
  • ...
Îxwan: Em êrîşa Enqereyê şermezar dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Îxwanê ve hatîye belavkirin de weha hat gotin:

“Cemaeta Birayên Misilman, êrîşa ku doh li Enqereyê pêk hat, di êrîşê de şehîd û birîndar hene şermezar dike.

Ev êrîşa ku Tesîsa Hevkarîya Anonîm a Senayîya Balafir ên Tirk hedef girtîye, parçeyekî êrîşekî ku li dijî Dewleta Tirk tê kirin e, teşebûsekî neserfirazî ya li dijî xebatên domandina serokatîyê ya di warê hilberîna stratejîk û serxwebûnîya dewletê ya hikumetê ye.

Em wek Cemaeta Birayên Misilman, ji bo şehîdan ji hikumeta dewleta Tirk û gelê wî re ji dil û can şîna xwe teqdîm dikin. Ji Xwedê ji bo şehîdên me daxwazîya rehmê, ji bo birîndaran jî daxwazîya şîfa lezgîn dikin û ji bo gelê Tirk jî ewlehî û îstîqrarê dixwazin.”

Doh di seat 15.30yan de li dijî tesîsên Kahramankazana Enqereyê ya TUSAŞê ji teref yek jê pîrek 2 kesan ve êrîş hatibû lidarxistin, di encama wê êrîşê de 5 kesan canê xwe ji dest dabûn, 22 kesan jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir