• DOLAR 34.243
  • EURO 37.1
  • ALTIN 3005.16
  • ...
Hîzbullah daxuyand: Haşim Safîyuddîn hat şehîdkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku Serokê Encumena Cîbicîkar ê Hizbullahê Haşîm Safîyuddîn ku dihat texmînkirin derbasî wezîfeya Şehîd Seyyîd Hasan Nasrallah ku di 27ê Îlonê de di êrîşa rejîma sîyonîst de şehîd bûbû bibe, hat şehîdkirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Hîzbullahê ve hat belavkirin de weha hatin gotin: “Em şîna Serokê Meclîsa Rêveber ê Hîzbullahê, alimê rêzdar birêz Seyîd Haşim Safîyuddîn ku rêberekî mezin ê rêya Qudsê bû dikin. Xwedê Teala jê razî be. Safîyuddîn di êrîşeke qirker a sîyonîstan de şehîd bû."

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Safîyuddîn ê ku di gelek astên ku di nav de Meclîsa Rêveber ê Hîzbullahê jî heye cîh girtîye, "Birayê Nasrallah bû û tevlî wî bû."

Hasan Nasrallah di 27ê Îlonê de li Taxa Dahîye ya li başûrê Beyrûdê di êrîşa hewayî de şehîd bû.

Hêj Hîzbullahê kesê ku ew ê şûna Nasrallah bigire diyar nekiriye, lê dihat texmînkirin ku Safîyuddîn di şûna wî de bibe Sekreterê Giştî.

Ji teref sîyonîstan ve hat îfadekirin ku di êrîşa hewayî ya dijwar a ku artêşa îşxalker şeva 3ê Cotmehê li başûrê Beyrûdê pêk anî de Safîyuddîn bûye hedef.

Haşîm Safîyuddîn kî ye?

Haşim Safîyeddîn di sala 1964an de li bajarokê Deyr Kanûn en-Nehr ê girêdayî bajarê Sûrê li başûrê Lubnanê hat dinyayê.

Safîyuddîn di sala 1980an de çû bajarê Qumê yê Îranê û li wir li ser zanistên dînî perwerde dît û di sala 1982an de di pêvajoya damezrandina Hizbullahê de tesîrdar bû.

Safîyuddîn piştî ku demeke dirêj li Îranê ma, di sala 1994an de piştî ku Hasan Nasrallah di sala 1992an de bû serokê Hizbullahê, ew jî ji Libnanê re vegerîya.

Safîyuddîn piştî ku ji Îranê vegerîya ji Serokatîya Meclîsa Rêveber ê Hizbullahê re hat anîtin, heta şehadeta Nasrallah di heman wezîfeyê de cîh girt.

Safîyûddîn ku gelek caran şerê dijî îşxalkerên sîyonîst esasê têkoşînê radigihîne, di axaftina xwe ya 18ê Tîrmehê de destnîşan kir ku heta êrîşên rejîma sîyonîst ser Xezzeyê neyên rawestandin, piştgirîya Hizbullahê ji cepheya Xezzeyê ranaweste. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir