• DOLAR 34.243
  • EURO 37.1
  • ALTIN 3005.16
  • ...
Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, êrîşa Enqereyê şermezar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ji teref Wezareta Karên Derve yê Efxenistanê ve hat belavkirin de weha hat gotin;

“Me xebera êrîşa ku li Enqereya paytexta Tirkîyeyê li dijî TUSAŞê hatîye kirin û bûye sedema gelek candayîn û birîndarbûnê di nav xemgînîyekî mezin de stand.

Em wek Wezareta Karên Derve yê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê vê êrîşê şermezar dikin û ji ber vê bûyera trajîk ji hikumeta Tirk, gelê wî û malbatên qurbanîyan re sersaxîyên xwe pêşkêşî dikin û daxwaz dikin ku bila carekî din gelê Tirkîye û hikumeta wî bi bûyerekî ewakî re rûbirî nemînin.”

Doh di seat 15.30yan de li dijî tesîsên Kahramankazana Enqereyê ya TUSAŞê ji teref yek jê pîrek 2 kesan ve êrîş hatibû lidarxistin, di encama wê êrîşê de 5 kesan canê xwe ji dest dabûn, 22 kesan jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir