Rejîma sîyonîst ji Şamê re êrîşa asîmanî li dar xist
Rejîma Sûrîyeyê îfade kir rejîma îşxalker a sîyonîst ji Şamê re êrîşa asîmanî li dar xist. Di êrîşê de kesekî canê xwe ji dest da.
Rejîma terorê di serî de Xezze li giştîyê herêmê wek Sûrîye û Libnanê êrîşên xwe yên hovane didomîne. Rejîma îşxalker, ji Şama paytexta Sûrîyeyê re êrîşa asîmanî li dar xist.
Di êrîşa ku li dijî Taxa Kefersuseyê hat lidarxistin de kesekî canê xwe ji dest da.
Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, ji sala 2011an vir ve êrîşî Sûrîyeyê dike. (ÎLKHA)