• DOLAR 34.297
  • EURO 37.031
  • ALTIN 2993.089
  • ...
Berdevkê HUDA PARê Ramanli: Em ji her gavê ku ji aştîya civakê re piştgirîyê dide re destekê didin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Huda Parê û parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli di civîna medyayê ya ku li meclisê li dar xist de derbarê rojevê de daxuyaniyên muhîm da.

Ramanli destnîşan kir, êdî talûkeya sîyonîstan tenê bi Xezzeyê re ne sînordar e.

Ramanli, “Sîyonîstên ku dest bi êrîşa li ser Libnanê kirine, ji bo tevgereke mezin a îşxalê ku dibe ku hemû herêmê û heta welatê me bike hedef. Dengê vê yekê tê bihîstin. Bi taybetî di vê pêvajo û merhaleyê de. Em dikarin bibêjin ku beyanên Emrîkayê yên ku dibêje ew ê di warê sîstemên parastinê de hêj jî xwe xurt bike û îxracata çekan ji Almanyayê neyê kêmkirin an jî neyê sekinandin, nîşan dide ku sîyonîst tevahiya herêmê têxîne nav agir.”

Ramanli got, sîyonîst ancax bi gavên fiîlî û bi destekkirina berxwedanê wê bê sekinandin.

Serkan Ramanli, “Niha welat û welatên îslamî yên herêmê bi banga Neteweyên Yekbûyî qîma xwe tîne razî bûne. Hewceye her kes bizane ku bi banga Netewên Yekbûyî rê li ber sîyonistan nayê girtin. Çareserî tenê mudaxaleya fiîlî ye û desteka berxwedanê ye. Wekî din ti rêyek me nemaye.”

Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli di meclîsê de civîna medyayê li dar xist û pirsên rojnamegeran bersivand. Ramanli got, “Em destekê didin, her gavên ku ji bo aşîtîya civakê tên avêtin”

Ramanli li ser pirsa, “Derheqê axaftina Dewlet Bahçelîyê ku di meclîsê de axivî hûn çawa dinirxînin?” weha bersiv da: “Kîjan gav ji bo aşitiya civakê tên avêtin, em destekê didin wan gavan.”

Ramanli, “Em ji berê ve dibêjin, emê carek din dubare bikin. Eger xwîn li vê welatê wê neherike, cenaze neyên gund, bajarok û bajarên me, mîlîtanên li ser çîya tunebe, ji çîya were xwarê,  ji bo xwîn neyê rijandin, her rêûrêbazên meşrû helbet musbet in. Em wek HUDA PARê destekê didin, her gavên ku ji bo sulh û aşitiya civakê tên avêtin.”

Ramanli got, çek û şîddet meseleya Kurdan berbi neçaresîyê dibe û got, meseleya Kurd bi çek û sîlehan çareser nabe:

“Mihatabê danîna çekê ew kesên ku niha çek di destê wan de ne. Ev bi awayekî muhîm e ji ber ku bi salan e em vê yekê îfade dikin; Xwîna ku 40 sal in ji bo qeydkirin û eşkerekirina hiqûqa biratîya me hatiye rijandin, tenê rê li ber xitimandinê vekiriye. Pirsgirêka Kurd; Ev ne pirsgirêkeke ku bi xwîn, şîddet û çekan çareser bibe. Bîleqs ev encama pirsgirêka Kurd û Kurdan ber bi xitimandinê ve dibe. Ya ku divê em li ser bisekinin avakirina çareseriyê ye. Divê em li ser çareserîyê bisekinin.”

Ramanli got, ji bo çareserîya meseleya Kurd û Kurdan gavên ku tên avêtin muhîm e:

“Di dawîyê de wê Kurd hem li ser azadiyên xwe yên bingehên hem jî li ser qanûna esasî mafên xwe yên bingehîn bi dest bixin an na? Mijara sereke ya ku divê were balkişandin ev e. Di merhaleyên wiha de her kesê ku bawerî û hêvîya aştîya civakî heye ji aştiya civakî re dibêje 'erê', lê yên koka wan di hundir de ne dibêjin erê. Lê hay ji xwe hebin, yên ku koka wan li derve ne, her gav hem îstîsmar dikin û hem jî sabotekirina van mijaran dikin. Divê herkes vê yekê bizanibe.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir