• DOLAR 34.268
  • EURO 36.971
  • ALTIN 3030.565
  • ...
Îşxalkeran li Şerîaya Rojavayê zarokekî qetil kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Tenduristîyê, diyar kir ku li Nablusê zarokekî bi navê Abdullah Cemal Hawaş (11) bi guleyên sîyonîstan şehîd ket.

Çapemenîya mehellî destnîşan kir, dema ku leşkerên sîyonîst vedikişin gule reşandine û di wê de mê de jî Cemal ji singê xwe birîndar bûye, dûre ji nexweşxaneyê re hatîye rakirin lê ew şehîd ket.

Hêzên sîyonîstên îşxalker, doh êvarê ji bajara Nablusê re, bi taybetî jî ji Taxa El Karyunê re bi xazên mijê êrîşan pêk anîtin û ciwanekî jî desteserkirin.

Bi tevî şehadeta Abdullah Cemal hejmarê şehîdên li Şerîaya Rojavayê derket 760 kesan, ji van jî 18 jê pîrek, 166 jî jê zarok in. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir