• DOLAR 34.237
  • EURO 37.027
  • ALTIN 3023.53
  • ...
SON DAKİKA
Serokkomar Erdogan: Em hêvîdar in ku ev fersenda dîrokî nebe qurbana armancên şexsî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Giştî ya AK Partiyê beşdarî Civîna Berfireh a Serokên Parêzgehan bû û axaftinek kir.

Serokkomar Erdogan di axaftina xwe de wisa got:

 “Em hêvî dikin ku her kes zanibe ku di paşeroja Tirkiyeyê de cihê teror û siya wê ya tarî tune ye. Di vî warî de em hêvîdar in ku fersenda dîrokî ya ku ji aliyê Tifaqa Gel ve hatiye vekirin, nebe qurbana armancên şexsî. Weke saziya siyasî, meclîs, saziyên sivîl, çapemenî, akademî û hemû gel em dixwazin Tirkiyeyeke bê teror û şîddet ava bikin.”

Serokkomar Erdogan derheqê Çeteya Nû Welidî jî de axivî û werê got:

“Siyasetkirina li ser cenazeyên zarokên bêguneh û êşa malbatên wan ji bilî binpêkirina wijdanî ne tiştekî din e. Em ê nehêlin ku civaka me ya tenduristiyê ji ber çend sêvên xirab were xerakirin. Weke Serokkomar ez ê bi xwe mijarê bişopînim da ku ev sûcdarên ku bi jiyana zarokên bêguneh dilîzin careke din ronahiya tavê nebînin. Em ê rê nedin firsetkarên birçîyê pereyan a ku li hundir û derve pergalê sabote bikin. Dewleta me ji dema ewil ve her gava pêwîst avêtiye. Yên ku ev hovîtî kirine, wê bi awayekî herî tund li hemberî hiqûqê hesab bidin.

Serokkomar Erdogan destnîşan kir ku der barê polîtîkayên bihakirinê yên saziyên tenduristiyê yên taybet da giliyên wan hatine kirin û ew dixwazin bê zanîn ku ew ê bi biryardarî serî li wan bidin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir