• DOLAR 34.256
  • EURO 37.123
  • ALTIN 3015.667
  • ...
Hîzbullah bi roketan li dijî axên îşxalkirî operayon li dar xist
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hîzbullah, ji axên Filistînê yên îşxalkirî re bi dehan fuzeyan avêt.

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, li ser hîsaba xwe ya Xê bi niviskî daxuyanîyek parve kir û derheqê roketên ku hatine avêtin de agahîyan da.

Hat destnîşankirin ku 45 roket ji erdên Golana îşxalkirî re ketine, 30 roket jî li Celîleya Bakur, Celîleya Rojava û Tepikên Golanê re hatin avêtin û 2 roket jî ji Gelîyê Bey Şan û Êemşîyeyê re hatine avêtin.

Di encama ketina roketan de di gelek cîhan de şewat derketin.

Di daxuyanîya ku doh artêşa îşxalkeran belav kiribû de hat diyarkirin ku di nav 24 seatên dawîn de 23 leşkerên wan di pevçûnan de birîndar bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir