Rejîma sîyonîst, li Beyrûdê êrîşê derdorê nexweşxaneyê kir: 4 şehîd 24 birîndar
Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîst, li Beyrûda Libnanê êrîşî derdorê Nexweşxaneya Dewlet a Refîk Harîrî kir, di encamê de 4 kes şehîd bûn, 24 kes jî birîndar bûn.
Rejîma îşxalker, êrîşî derdorê Nexweşxaneya Dewlet a Refîk Harîrî kir.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Libnanê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku di êrîşa asîmanî de yek jê zarok 4 kes şehîd bûn, 24 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di nexweşxaneyê de xesar pêk hatîye.
Rejîma îşxalker a sîyonîst doh êvarê êrîşî sazîyên Karz-i Hesen û şûbeyên wî kiribûn. (ÎLKHA)