• DOLAR 34.26
  • EURO 37.157
  • ALTIN 3011.165
  • ...
Li Xezzeyê sîyonîstekî dinê yê êsîr jî mir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çavkanîyekî Tûgayên Qessam, ji El Cezîreyê re ragihand ku ji bo sedema mirina sîyonîstê êsîr lêgerîn û tehqîqat berdewam dike û ji ber ewlehîya Tûgayên Qessam navê êsîrên ku mirîye nafikirin ku eşkere bikin.

Ji teref çavkanîyê xeyn ji van agahîyan tu agahîyekî dinê nehat dayîn. Encax artêşa îşxalê, ji 6ê Cotmehê vir ve li dijî Kampa Cîbalîye û bakurê Xezzeyê êrîşekî mezin dabû destpêkirin, di van êrîşan de jî bi sedan şehîd û birîndar çêbûne.

Berê jî Tûgayên Qessam, daxuyandibû ku li çend cîhên cuda yên Xezzeyê ji ber bomberdûmanên dijwar ên sîyonîstan êsîr miribûn.

Li gorî texmînên rejîma îşxalker li Xezzeyê hêna jî 107 êsîr hene û ji vana jî ji 50 zêdetir di heyatê de ne. Encax berxwedana Filistînê hejmarê êsîrên mirî û zindîyan nabêje.



Bu haberler de ilginizi çekebilir