Rêya Baybûrt-Erziromê ji ber berfê hat girtin
Ji ber aşît û cemedê rêya Baybûrt û Erziromê li alîyê Derbasbûna Çîyayê Qopê di çûndin û hatinê de zehmetî tê kişandin.
Berf û sermaya ku li çîyayên bilind ê Baybûrtê tesîrdar e çûndin û hatinê jî dike nav zehmetîyê.
Hat îfadekirin ku ji ber aşît û cemedê rêya Beybûrd û Erziromê li alîyê Derbasbûna Çîyayê Qopê di çûndin û hatinê de zehmetî tê kişandin.
Di rêya ku cemed heye de şofêrên wesayîtan nikarin bi rehetî tevbigerin.
Ji ber cemedê wesayîtên giran mînak wek qamyon û tiran demên zor û zehmet dijîn.
Ekîbên rêyan jî li herêmê xebatên xwe yên xwêkirinê didomînin.
Polêsên trafîkê jî li herêmê dest bi xebatê kirine ku bila bi kontrolî çûndin û hatin çêbibe. (ÎLKHA)