• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Li Rihayê di malekî de şewat derket: 1 mirî, 1 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şewat, li navçeya Xelîlîya Rihayê di nav malekî de pêk hat.

Hat îfadekirin ku di Kolana 95emîn a Taxa Cengîz Topelê de di nav malekî de ji ber sedemeke ku hêj nediyare şewat derket, şewata ku derket jî di demeke kurt de mezin bû.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye, tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Şewata ku derket di encama midexeleya ekîbên îtfaîyeyê de hat vemirandin.

Hat destnîşankirin di encama şewatê de F.K.yê îxtîyar canê xwe ji dest da, pîreka wî jî ji Nexweşxaneya Dewlet a Balikligolê re hat rakirin.

Derheqê sedeme derketina şewatê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir