• DOLAR 34.663
  • EURO 36.365
  • ALTIN 2933.391
  • ...
Posterê Şehîd Yahya Sînwar li ser bedenên Dîyarbekirê hate daleqandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yek ji şexsîyetên muhîm ê berxwedana Filistînê û serokê HAMASê Yahya Sîwnar, di 16ê Cotmehê de li Xezzeyê di pevçûna ku bi îşxalkeran re ketê de di encama guleberdana tankê de şehîd ketibû.

Şehadeta Sînwar di serî de Filistînê lê hemû alema Îslamê kir nav şîneke dijwar, piştî xebera şehadeta wî li çar alîyê Tirkîyeyê ji bo wî nimêjên cenaze ya xiyabî û daxuyanîyên çapemenîyê hatin kirin.

Li Dîyarbekirê jî komekî ciwan, ji bona ku destek, piştgirîya û ehde wefayên xwe wek nevîyên Selahaddîn Eyyûbî û Kurdên Misilman nîşan bidin posterê Şehîd Sînwar, li ser Derîyê Bedenên dîrokî daleqandin.

Ciwanên Dîyarbekirî berîya posterê Sînwar, posterên Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde û serokê şehîd ê tevgerê şehîd Îsmaîl Henîyye jî li ser bedenan daleqandibûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir