• DOLAR 34.274
  • EURO 37.123
  • ALTIN 2993.31
  • ...
Weqfa Êtîman, li Tanzanyayê ji xwendekarên lîseyê re bernameya mezûnîyetê tertîp kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bernameya ku tim û tim selawat dihatin anîtin de, ji xwendekaran re Qurana Pîroz û gelek dîyarîyên cuda hatin dîyarîkirin.

Hat îfadekirin dibistana ku perwerdehîya Îslamî tê dayîn wek dibistanên mele xetîb ên Tirkîyeyê ne.

Berîya bernameyê gelek qurbanên ku xêrxwazan dabûn Weqfa Êtîman ji qada bernameyê re hatin anîtin. Di bernameyê de hatin serjêkirin û parekî qurbanan ji xwendekaran re pijandin û ji bona xwarinê dan wan.

Temsîlkarê Tanzanyayê yê Weqfa Êtîman Abdulwahap Kaplan, derheqê bernameyê de axavtinek kir û îfade kir ku ew ê xebatên wan berdewam bike.

Kaplan di axavtina xwe de weha got, “Em li bajaroka Temekeya ku girêdayê Darûsselama Tanzanyayê ne. Îro xwendekarên lîseyê yên ku ji Lîseya Îmam Hatîp mezûn bûne, li vir li baxçeyê dibistanekê kom bûne. Ji bo wan merasîmek tê lidarxistin. Ji bo em beşdarî vê merasîmê bibin, me serê sibê qurbanan serjê kirin û goşt li wan belav kirin. Em ê piştî nîvro ji wan re xwarinê çêkin. Helbet me diyarî û gelek Quran belav kirin.”

Kaplan bal kişand ku li Tanzanyayê ji nîvî zêdetir nifûsê Misilman in, “Li Tanzanyayê misilman ji bo zarokên xwe kedeke mezin didin. Eleqe û xema ku dê û bav ji zarokên xwe re, bi taybetî jî ruhanîtiya wan nîşan didin, pir hêja ye. Niha em jî li vir in. Di çarçoveya xebatên Weqfa Êtîman de em ê bibin şahidê vê merasîmê. Dê îlahî bên gotin, merasîm bên lidarxistin û xwarin bê dayîn. Em wek Weqfa Êtîman li vir roj bi roj xebatên pir xweş û bi fêde dikin, bi îzna Xwedê.”

Bername bi duayê dawî bû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir