• DOLAR 34.274
  • EURO 37.085
  • ALTIN 2994.571
  • ...
Li Şerîeya Rojava 2 jê zarok 18 Filistînî hatin êsîrgirtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat diyarkirin ku leşkerên rejima îşxalker a sîyonîst di serdegirtina li Şerîeya Rojavayê de 2 jê zarok 15 Filistînîyan êsîr girtin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Komeleya Girtiyên Filistînê û Komîteya Karûbarên Girtiyan a Filistînê ya girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê de hat ragihandin ku leşkerên rejima îşxalker a sîyonîst êrîşî bajarên Beytlehem, El Xelîl û Cenînê yên Şerîeya Rojava kirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin rejîma sîyonîst di serdegirtinan de 2 jê zarok 18 Filistînîyan êsîr girtin.

Hat ragihandin ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve hejmara Filistîniyên ku li Şerîeya Rojava û Qudsê êsîr hatine girtin 11 hezar û 300î derbas kiriye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir