Li Nîgdeyê 4 jê zarok 5 kes ji ber sobeyê jehrî bûn
Li navçeya Çiftlika Nîgdeyê ji ber gaza karbonmonoksîtê 5 kes jehrî bûn.
Di bûyera jehrîbûna karbonmonoksîtê ya ku li navçeya Çiftlikê qewimî de ji ber gaza ku ji sobeya komirê derket 4 jê zarok 5 kes bi tesîrdar bûn.
Piştî bûyerê kesên ku jehrî bûn ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çiftlikê û piştî tedawiya destpêkê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Nîgde Omer Halisdemir hatin kirin.
Der barê jehrîbûna karbonmonoksîtê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)