Rejîma îşxalker bataryayên berevanîya mûşekî ya THAAD a Emerîkayê bi cih kir
Wezîrê Parastinê yê Emrîkayê Lloyd Austin ragihand ku bataryaya berevanîya mûşekî ya THAAD ku ji aliyê Washingtonê ve hatiye şandin li herêmên îşxalkirî hatiye bicihkirin.
Austin di serdana xwe ya li Kîeva paytexta Ukraynayê de bersiva pirsan da û diyar kir ku bataryaya THAAD ya ku van demên dawî şandine herêmên îşxalkirî, hatiye bicihkirin.
Austin agahdarî nedaye ka THAAD aktîf e an na.
THAAD dikare ji mesafeya 150-200 kîlometirî li hedefan bixe.
THAAD ku 6 yekîneyên wê yên avêtinê yên li ser wesayîtan hene, ji 48 fuzeyên navbirî, bêtêl û radarê pêk tê.
Ji bo ku pergal bixebite divê herî kêm 95 leşker bên wezîfedarkirin. (ÎLKHA)