• DOLAR 34.245
  • EURO 37.199
  • ALTIN 3012.433
  • ...
Wesayît û qamyon li hev qelibîn: 5 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li navçeya Ergeneyê pêk hat.

Wesayîta ku hêj navê şofêrê wî nehat hînbûn, li alîyê Taxa Ulaşê li qamyona ku di bin îdareya O.A. de bû qelibî.

Di encama qezayê de wesayît bû wek qartonê û şewitî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Şewata ku derket bi midexeleya îtfaîyeyê tefîya.

Hat diyarkirin 5 kesên ku di nav wesayîtê de bûn canê xwe ji dest dan.

Cenazayê mirîyan jî ji bona ku otopsî bê kirin ji Nexweşxaneya Çorlu ya Dewletê re hatin rakirin.

Şofêrê qamyonê O.A. ji teref cenderme ve hat binçavkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir