• DOLAR 34.235
  • EURO 37.305
  • ALTIN 2999.37
  • ...
Nivîskar Vahdettîn Înce: Kesê nimêj bike weke elîf e; natewe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komxebata Nimêjê ya 6. ku ji teref Platforma Nesla Quranê ve bi temaya “Heyat bi Nimêjê Xweş e” tê tertîpkirin li Rihayê dest pê kir.

Komxebat, li Salona Konferansê ya Navenda Kultir û Ciwanîyê ya Recep Tayyîp Erdogan tê kirin.

Di destpêka bernameyê de ji teref Xoce Mîkaîl Ercan ve Qurana Kerîm hat xwendin û dû re ji teref Muftî Ramazan Tolan ve axavtin hatin kirin.

Paşê rûniştina yekem bi moderatoriya Osman Gulebak hat lidarxistin. Di rûniştina ewil de Nivîskar Vahdettîn Înce pêşkêşî kir.

Înce, Platforma Nesla Quranê ya ku komxebat li dar xist pîroz kir û berxwedana Xezzeyê û şehîdan bi taybetî Serokê HAMASê Yehya Sînwar bi rêzdarî silav kir.

Înce bi bîr xist ku wî romana Şehîd Yehya Sînwar a bi navê "Strî û Qerenfîl" wergerandiye û got ku di pirtûkê de mucadele û zehmetiyên zarokekî filistînî heta şehadeta wî tê vegotin.

Înceyê ku behsa girîngîya nimêj dikir wisa peyivî, “Resûlê Xweda dibêje ‘Ev dîn wê perçe perçe ji hev bibe’. Weke hev vebûna goreyekî… perçeyê kû ewil ji hev vebe hakimîyet e, ya dawî jî nimêj e. werê perçe perçe ji hev vekirin, xilafetê, dewletê berteraf kirin; yekîne nema. Xelqeya dawî jî nimêj mabû. Weke tê fêmkirin ew jî wextî ji hev vebe. Filistîn jî dişibihe vêya. Bûbû sembola zindîbûna ummetê. Ji ber ku Împaratoriya Ûsmanî ji holê rabû, xelîfetî nema, cîhana ereban ji hev perçe bû... Filistîn tişta dawî mabû ye û Filistîn jî perçeya dawî ya rastiyeke bi navê Ummetê ye. Ger ev xelqe bişkê, wê biqede. Piştî vê yekê, mirov wê bibin pelên hişk ên ku ji ber her cûre bayan wê bi gurgur in.

Ji ber vê sedemê du tişt hene ku wê civaka Îslamê bike ummeta ku li dinyayê xwedî serdestî û bi bandor be, ev jî nimêj û Filistîn e. Îqame kirina me ya limêjê, ser nigan sekinîna bi nimêjê… Filistîn… serkeftî bûna Filistîn, ji nûve vejandina rihê muqavemeta Filistînê… divê em ji bo vî tiştî dua bikin. Di navbeyna her duyan de têkilîyeke pir xurt heye. Divê em musade nekin ku perçeya dawî ya dinê me perçeya dawî ya hakimîyeta me neyê ji hev vekirin. Çimkî ev têmînata yekane yê jiyana me ye.”

“Temamê milletan bi Îslamê, nimêjê, Quranê bûn zilam”

Înce gotinên xwe werê domand, “Ger em halên xwe yên berîya Îslamê û piştî Îslamê bînin ber çavên xwe wê bê fêm kirin ku em dixwazin çi bêjin. Erebên ku berîya Îslamê bînin ber çavên xwe; civakeke bedewî ku di halê ebdîtîya kevir, dar, ewran dikirin, bêexlaq û her cûre xerabî li wir hakim bû de bûn. Tirk, milleteke talanker a ji Navenda Asyayê di pişta hespan de digerîya bûn. Kurdan di zaxên çiyayên Zagrosê de bi talankerî jiyana xwe di domandin. Tu taybetmendiyeke van civakan ku dunya rûmetê bide wan tune bû. Perçeyek Îran hebû weke Împaratorîya Sasanîyan ew jî milletekî ji rê derketî bûn. Lê temamê van milletan bi Îslamê, nimêjê, Quranê bûn zilam. Tirkan weke neferên cîhadê ji Asyaya Navîn weke tîrekî firîyan ta heya Vîyanayê hakimîyet saz kirin. Ji aliyê din ve Ereban piştî 23 salên emrê Pêxemberê me bi lez û bez erdên mezin xistin bin kontrola xwe. Ji bo kurdan jî Eyûbî hene, alimên mezin derxistine. Tenê nirxê me bi Îslamê çêbû.

Aniha jî milletan ji Îslam û nimêjê dûr dikevin û ji nirxên rojavayê re serî ditewînin; di navbeyna gelên Misilmanan de tefrîqa û pevçûnan çêdibin.”

Înce qala rewşa felsefî ya nimêjê kir û got:

“Alimên Îslamê, kelamvanan gotin ku temamê kirin û hêstên însanan ji 3 qewetan pêk tê. Qewetê eqlê, qeweta hêrsê, qeweta şehewî. Ev her sê çavkaniya temamê kirinên me ne.

Alimên me ji bo qeweta hêrsê dibêjin ku, ew hêze ku ji mirovan re ji bo têk birina zirara tê wî hatîye dayîn.

Qeweta şehwetê jî ji bo ku mirov tiştê fêde dide wî bixwaze hatiye dayîn. Lê ev qeweta hêrsê û şehwetê ne di bin qontrola qeweta eqlê be, wê bibe sebeba ku qeweta hêrsê ji parastinê derkeve û wê bibe zulm kirina li kesên din. Hunê bibînin însanên ku li ser rûyê erdê di bin xwedî hêz çawa dişibin Fîrewnan.

Ger qeweta şehwetê ji bin qontrola eqlê derkeve wê bibe sebe harî, bêexlaqî yê. Îro ev her du rewş jî çêbûye.

Baş e, lê aqil çawa vî tiştî dike? Hêza tesîr kirina van hestan a li ser  eqlê jî hene. Carinan eqil di bin tesîran wan de dimîne. Xweda teala ji bo ku eqlê ji bin tesîra hêrs û şehwetê derxe wehy dişîne. Wehyî eqlê eql e. Ev vegera ber bi armanca xwe ya hebûnê ya ku li dinyaya însanan e ye. Ev jî îfadeya ku nimêj dike ye.

Nimêj 3 însanan nîşanî me dide; di sûreya fatiheyê de qeweta eqlê ya însan, qeweta hêrsê ya însan, qeweta şehwetê ya însan û nîşanî qontrol kirina wan dide. Yek; kesên ku nîmet hatin wan dayîn. Du; kesên ku xezeb li wan hatiye dayîn. Sêyem jî ji rê derketî… di heman piştî wê jî ebd di dema nimêjê sûreya fatiheyê de dibêje ‘Me têxe rêya ripîrast’.”

“Îro pêdiviya me bi sekinandina weke elîfê heye”

Înce di dawîya gotinên xwe de wisa got, “Di hebûnê de hin tişt wek elîfê ser nigan disekine. Çiyayan, daran… hin hebûnan di rukûê, sicdeyê de ne. Her wiha di jiyana mirov de yan jî di nava rojekê de rewşên curbecur hene. Rewşên ku em ser nigan, xwar dibin, di erdê de kaş dibin hene. Em temamê halên xwe weke nimêjê datînin ber Xwedê, em xwe û ebdîtîya ji bo wî rê wî didin. Ji ber wê nimêj însan ser nigan dihêle. Ji bo nimêjê peyva qiyam tê bikaranîn. Bi rastî di wateyekê de dibêje bi qiyamê, ser nigan bisekinin. Hun ger nimêj nekin hunê bi erdê kaç bibin. Ger hun nimêj bikin hunê weke elîf bisekinin. Îro pêdiviya me bi sekinandina weke elîfê heye. Divê em wan ji nû ve vejînin da ku erdnîgariya Îslamê heman helwesta rast a ku berxwedana li Filistînê bi dest xist, bigire.

Nimêj ‘selat’ e. Selat jî ji peyva ‘sela’ yanî tê wateya pêwendî saz kirin ê. Nimêj rêza pêwendîyan e. Pêwendî danîna bi Xwedê re ye. Dema ku tu van pêwendîyan saz bikî tê hîn bêhtir rast bisekinî. Nimêj di Farisîya kevn de jî tê wateya ‘pêwendiyê’ hemwateya ‘sela’ ya Erebî ye.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir