• DOLAR 34.285
  • EURO 37.286
  • ALTIN 3007.499
  • ...
Doç. Dr. Kasar: Nimêj, ji însan re riayet kirina qanûnên îlahî dike edet
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komxebata Nimêjê ya 6. ku ji teref Platforma Nesla Quranê ve bi temaya “Heyat bi Nimêjê Xweş e” tê tertîpkirin li Rihayê dest pê kir.

Komxebat, li Salona Konferansê ya Navenda Kultir û Ciwanîyê ya Recep Tayyîp Erdogan tê kirin.

Di destpêka bernameyê de ji teref Xoce Mîkaîl Ercan ve Qurana Kerîm hat xwendin û dû re ji teref Muftî Ramazan Tolan û Berdevkê Platforma Nesla Quranê Mehmet Emîn Sutçu ve axavtin hatin kirin.

Kasar pêşengên berxwedan, mucahîd û sivîlên li Xezzeyê şehîd bûne bi bîr anî û xwest ku şehadeta wan li hember van komên zalim û despotîk ên cîhanê bibe sedema şiyarbûna netewa Îslamê.

"Nimêj, ji însan re riayet kirina qanûnên îlahî dike edet"

Kasar wisa dest bi axaftina xwe kir, “Nimêj îbadeta ku mirovan medenî dike ye. Nimêj deweta hizûra menewî ye. Nimêj mîraca bawermend e. Nimêj mirovan mezin dike. Rihê mirov bi nimêjê bêhna xwe dide. Bedîuzzeman Seîd Nûrsî dibêje, nimêj baştirîn wesîleya dûrketina ji barên dinyayî û maddî ye û tê gotin ku her kes ji vê hêza nimêjê ya balkêş sûd werbigire. Nimêj, ji însan re riayet kirina qanûnên îlahî dike edet. Nimêj antremanek e ku meriv di heyata xwe de li emr û qedexeyên Xwedayê mezin xwedî derdikeve. Kesê ku limêjê terk bike, rêya ku ji emrên din ên Xweda dûr bikeve hilbijartiye.

Nimêj ji bo mumunan weke şukr kirina civakî ya civakê ye. Seîdê Nursî, weke îfadeya şukra civakî di dema damezrandina ewil a Tirkîyeyê vî tiştî tîne bîra parlementeran. Seîdê Nursî bi beyannameya 8-10 meddeyî vî tiştî weke, ‘Nimêj herî zarûrî emrên dîn e. Ger hu vê nimêjê biterikînin wê li vir zirarên gelek mezin peyda bibi…’ ji wan re dide daxuyandin.”

“Nimêj ji me re girtina emrên Xweda hîn dike”

Kasar wilo gotinên xwe doman, “Nimêj hêsan e û riheta rih e. Çawa ku nimêj bi qîmet e her wiha bê zehmete jî. Seetek ji 24 seetan têrî îbadetên ferz dike. Mirov ji bo jiyana xwe bidomîne gelek wextê xwe xerc dike lê ji bo nimêja ku wê bibe wesîleya azadiya jiyana ebedî rojê seetekî nade û ev jî xeletiyeke, tercîheke pir mezin û li hemberî Xweda bê hurmetîyek e. Encax nimêj dikare ji elema dunyayê azad bike.

Bi temamê halê xwe nimêj ji bo fitreta însan îbadeteke munasîb e. Her wiha Bedîuzzeman balê dide li ser du mijarên weke terk kirina gunehên mezin û nimêj dikişîne. Ji me re dibêje ger mirov xwe bi emrên Xweda re bigire wê çaxê li dijî gunehan jî wê bibe xwedî muqawemetê. Di Kullîyeta Rîsalî Nûr de jî tê ragihandin ku nimêj sebr û metanetê dide însan. Nimêj rûmeta li dijî qanûnên îlahî hînî me dike.

Her wiha limêj ji bo însanên nexweş jî çavkanîya dilxweşîyê ye. Di kîjan şertan de be jî kes dikare nimêj bike. Bi îşaretan jî nimêj tê kirin. Nimêj îbadeteke wisaye ku her tim danûstana bi Xweda re didomîn e.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir