• DOLAR 34.245
  • EURO 37.19
  • ALTIN 3011.96
  • ...
Berdevkê Platforma Nesla Quranê: Nigên ku di nimêjê de nikarin qiyamê bikin nikarin ji bo qiyamê bimeşin qadên cîhadê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komxebata Nimêjê ya 6. ku ji teref Platforma Nesla Quranê ve bi temaya “Heyat bi Nimêjê Xweş e” tê tertîpkirin li Rihayê dest pê kir.

Komxebat, li Salona Konferansê ya Navenda Kultir û Ciwanîyê ya Recep Tayyîp Erdogan tê kirin.

Di destpêka bernameyê de ji teref Xoce Mîkaîl Ercan ve Qurana Kerîm hat xwendin û dû re ji teref Muftî Ramazan Tolan ve axavtin hatin kirin.

Sûtçuyê ku di destpêka axaftina xwe de pîrozbahî li Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê Yehya Sînwar kir ku di pevçûna li Xezzeyê de şehîd bû, hêvî kir ku xwîna wî û berxwedêrên din ên berxwedanê bibin sedema yekîtiya ummeta Îslamê.

Sutçu got, “Em îro yek bi yek êşa windakirina ezîzên xwe dijîn. Em ezîzên xwe winda dikin, lê em dizanin ku ew qezenc dikin. Weke ku em gotina 'Ez bi Rebbê Kabeyê sond dixwim ku minqezenc kir” ji devê her ezîzên xwe yên şehîd dibihîzin. Beguman ewan soza ku dane Xweda bi cih anîn, hinekên din li benda roja ku bibin şehid in.”

“Nimêj di navbera ebd û Rebbê wî de têkiliyek bilind e, girêdanek paye bilind e”

Sutçu wisa dest bi gotinên xwe kir, “Çawa ku em îro li vir bi hişmendîya berpirsîyarîya xwe dizanin û bi rojeva limêj kom dibin, muheqqek ji ber girîngîyê ye. Lewra nimêj di navbera ebd û Rebbê wî de têkiliyek bilind e, girêdanek paye bilind e. Ew kesê ku ji bo Xezze, Lubnan û temamê erdên mezlûm hundirê wî dişewite û dibêje çima em tiştekî nakin bila baş bizanibin ku gava herî muhîm û ewil ya vê mijarê kirina nimêj e. Çimkî nimêj muminan hînî teslîmbûna rastî ya bi Xweda dike û di heman demê de serhildan û mucadeleya fiîlî û hişî ya li dijî dijminên Xweda dike. Her wiha tiştên ku piştî şehadate Yehya Sînwarê fermandarê mezin ji berîkên wî derket delîla pêwendîya menewî ya bizext e.”

“Wezîfeya me ya ewil îhya kirina vî îbadetê ya ku di nav civakê de hatiye bîr kirin e”

Sutçu gotinên xwe wilo domand, “Hey rastî ev e, wê çaxê wezîfeya me ya ewil îhya kirina vî îbadetê ya ku di nav civakê de hatiye bîr kirin û ji bo ku camî û mizgeftên me yên ku ji çend kal û pîrên bêçare re mane, bi zarok û ciwanan tijî bibin e. Werin em bi hev re weke Selahaddînê Eyyûbîyê Fethkarê Qudsê pêşî ji bo nimêjê seferber bibin, ummete ke sipsax ku bi nimêjê xwe pêçandiye ava bikin. Em bizanibin ku; Nigên ku di nimêjê de nikarin qiyamê bikin nikarin ji bo qiyamê bimeşin qadên cîhadê û rihên ku rojê pênc caran li ber Xwedê teala bi nimêjê nasekinin, nikarin xwe bi îzzetê bipêçin.

Xwedayê ku dibêje ‘Bi sebr û nimêj alikarîyê ji min bixwazin’, kesê ku nimêj terk kirine wê bê alikarî û bê piştgirî bihêle. Em nimêj bikin da ku ew jî me bi rehmeta Xwedayê ku em serî li ber ditewînin bipêçe û bi nusreta wî me şa bike.

Weke Platforma Nesla Quranê em hêvîdar in ku ummet îmkanê bide me ku em li van erdnîgaran wek pîrozên berxwedana Xezzeyê nesla Quranparêz, nimêjhez ava bikin û ji bo vê û heta dawiya emrê xwe bi mal û canê xwe mucadeleyê bidin û herî dawî em bang li dê û bavên xwe dikin.

Gelî dê û bavan! Em bizanibin ku zarokên me ji bo me emanetên Rebbê me ye. Divê em van emanetan qet zayî’ nekin û ji bo bibin zarok û ebdên salih divê temamê derfetên xwe seferber bikin.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir